1. Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piştî çûna Mesîhîyên deverê ji ber bêxwedîbûnê, ji ber xizînegeran para gelek kavil bûye. Li gor gotinan dema hê kavil nebûyî qasî 300 jûr tê da hebûne lê niha ji ber kavilbûnê bîst jûr mane an jî nemane. Wekî din jî xelkê deverê demeke dirêj ji bo karên xwe yên ajalvanîyê bikar anîn vê yekê jî ziyaneke mezin gihand dêrê. |
|
15 roj berê 15:09 ~15:35 |
bayê xerbî
|
2. Keşîşxaneya Hogots ku di sala 528an de hate damezrandin, yek ji keşîşxaneyên navdar bû. Ji bo Ermeniyên herêma Wanê ziyaretgehek bû û Di sedsala 17an de avahiya olî ya herî girîng. Keşîş Vahan (bi ermenî: Վահան Քահանայ) keşîşê herî dawî yê keşîşxaneyê bû. Tê gotin ku Di dema qirkirina Ermeniyan di sala 1915-17an de, bi texmînî sed jin û zarokên Ermenî yên ku xwe li wir sitirandin, bi şewitandinê hatine qetil kirin. |
|
13 roj berê 14:27 |
keloş
|
3. Bi şewitandinê qetilkirina şêniyên dêrê, angaşt e bi temamî rastiyeke wê ya tekez tuneye. Di van meseleyan de şêlkirina rastiyan berbelav e. Rastiyek hebe jî bi awayê samanyolû TV'yê tête felşkirin. |
|
12 roj berê 22:10 ~22:13 |
bayê xerbî
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |